Li Kolnê piştevaniya ji bo Bogazîçî û silavkirina grevên birçîbûnê

Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê li Kolnê, ji bo piştevaniya bi xwendekarên Bogazîçiyê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de grevên birçîbûnê yên li zindanan jî hate silavkirin.

Li Ewropayê jî çalakiyên ji bo piştevaniya xwendekarên zanîngeha Bogazîçiyê yên ku li dijî kayyûmê rektor ê AKP’î di nava çalakiyan de tên lidarxistin. Li bajarê Koln a Elmanyayê pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk berxwedana ku ev mehek e li dijî rejîma kayyûm tê lidarxistin silav kirin.

Çalakiya ku saet di 15:00’an li Bahnofvorplatzê destpê kirî, endamên ADKH, Alinterî, Meclisa Jinan a Viyan, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, YDG, SYM, ATIK, Zola û Yoûng Stoûnge yê tevlî bûn.

Hemû pêkhate bi reng û alên xwe tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinan, wêneyên Ocalan û pankart û dovîzên bi nivîsên “Her cih Bogazîçî, her cih berxwedan”, “Ji bo xwendekarên zanîngeha Bogazîçî azadî”, “Bogazîçî ne bi tenê ye”, “Ji Ocalan re azadî” û “Bêdeng nebe, ji bo grevên birçîbûnê piştevanî” hilgirtin.

Di çalakiyê de destpêkê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê belavok xwend.

Di axaftinên li ser navê Yoûnge Stoûnge yê de bal kişandin li ser 140 xwendekarên zanîngeha Bogazîçiyê ku hatin destgîrkirin û Tayyîp Erdoganê ku xwendekar weke ‘terorîst’ kirî hedef jî protesto kirin. Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê jî Çîgdem Devran axivî û got, “Di rastiya xwe de berxwedaniya Bogazîçiyê hemû daxwazên gelan anîn ziman ji ber vê sedemê ti rejîmên faşîst a demagojî cihê xwe negire, xwendekar piştevaniya hemû kesan werdigire.”

Di çalakiyê de gireva birçîbûnê ya ku ev 72 roj in li zindanan ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li zindanan dom dike hate silavkirin. Di daxuyaniya KON-MED’ê de hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Tebaxa 2019’an ve bi kesekê re hevdîtin pêk neaniye û bi bîr xist ku ji 27’ê Mijdarê ve li girtîgehên Tirkiyeyê girtî bi 5 rojî û dorveger di nava çalakiyan de ne.

Di çalakiyê de li ser navê ATIK’ê axaftinek hate kirin û berxwedana Bogazîçiyê hate silavkirin.