Li Kolnê ciwan meşiyan

Li Kolnê ciwanên Kurd bi meşekê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin.

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Şoreşger salvegera damezirandina PKK’ê bi meşekê pîroz kirin.

Ciwan di 27’ê Mijdarê de li ser rêya şên a bajêr mşiyan. Li cihekî din ê bajêr jî jinên ciwan bi pankarta ‘Jin li ber xwe didin’ Cejna Vejînê pîroz kirin.

Di çalakiyê de pêngava ‘Azadî ji Ocalan re’ jî hate silavkirin û hate diyarkirin ku têkoşîna 42 salan îro şoreşa jinan ava kiriye.