Li Kasselê çalakiya kon di roja 2’an de didome
Çalakiyên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî her roja ku diçe belav dibe.
Çalakiyên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî her roja ku diçe belav dibe.
Li bajarê Kassel a Elmanyayê çalakiya kon a ku ji bo balê bikişîne li ser grevên birçîbûnê yên ji bo şkandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadiya wî û protestokirina binpêkirina mafan a li girtîgehan hatî destpêkirin di roja 2’an de didome.
Dostên Kurdan û hinek enternasyonalîst jî tevlî çalakiyê bûn.
Kon û standa agahdarkirinê ya ku di seat 13:00’an de destpê kirî hetanî seat 16:00’an dom kir.
Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Gel axaftin hatin kirin û gotin ku wê çalakiya kon hetanî 11’ê Sibatê dom bike û wê roja 11’ê Sibatê piştî meşekê mitîngek were lidarxisin.