Çalakiya xwedîderketina li Efrînê li Karlstadê hate kirin

Li Karlstadê ji bo kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê yên li ser jinan protesto bikin, çalakiyek hate lidarxistin.

Li bajarê Karlstad a Swêdê bi çalakiyekê qetlîam, revandin û tecawûzên jinan ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê tên pêkanîn, hate protestokirin.

Di çalakiyê de li ser navê NCDK Karlstadê Abdîn Reslîko daxuyanî xwend.

Raslîko diyar kir ku li Efrîna di din dagirkeriya dewleta Tirk de roj bi roj talan, tecawûz û revandina jinan zêde dibe û got, “Hetanî niha bi sedan jin hatine revandin. Hemû cîhan bêdeng e li beramberî van binpêkirinên mafên mirovan. Em bang li hemû sazî û rêxistinên cîhanî dikin ku li hemberî van tecawûz û qetlîaman bêdeng nemînin. Divê di serî de dewleta Tirk ji Efrîn û cihên din ên li Rojava dagirkirî were derxistin. Em bi hêza xwe bawer in ku dijmin rojek ji rojê zûtir ji axa xwe derxînin.”

Çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Efrînê” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.