Li Hollandayê maseyên krîzê yên li dijî Covîd-19 ava bûn

Li Hollandayê, rêxistinên civakî yên sivîl ên Kurd û Tirkiyeyî, li dijî vîrûsa koronayê ya nû Covîd-19 maseyên krîzê ava kirin.

Maseyên krîzê bi pêşengiya DEMNED, TJK-E, VEKSAV, HTÎF û ADHK'ê li bajarên Den Haag, Amsterdam, Rotterdam, Arnhem û Zandamê hatin avakirin.

Li gelek bajarên din jî komîteyên ser bi van maseyên krîzê hatin avakirin.

Maseyên Krîzê ragihandin ku ew amade ne bi Wezareta Tenduristiyê ya Hollandayê û şaredariyên re bixebitin.

Bi maseyên krîzê hewl tê dayin ku civak bi rêk û pêk bê agahdarkirin. Her wiha ji bo pêwîstiyên bingehîn ên mirovên extiyar tedarik bikin û bikirin, komîte hatin avakirin.

Ji bo kesên ku bi ziman nizanin komîte hatin avakirin ku xizmeta tercûmaniyê ya bi Kurdî, Tirkî û Erebî bidin wan. Her wiha ji bo giştîname û daxuyaniyên hikumetê bi cih bên anîn û ji bo vê civak bê agahdarkirin komek ji parêzeran jî hate avakirin.

Hate ragihandin ku ji bo civak bi rengekî baş bê agahdarkirin û tevdîr bên wergirtin wê bi Komîteya Tenduristiyê ya KCDK-E'yê re karekî koordîneyî bê kirin.

Çend ji nûmareyên telefonê yên pêwendiya bi maseyên krîzê re wiha ne:

Den Haag : 00316 8550 6565 – 00316 8618 4798

Amsterdam- Zandam: 00316 8460 6959 – 00316 5572 4658

Arnhem: 00316 5433 7569 – 00316 3657 1743

Rotterdam: 00316 1658 8295