Li Hollandayê jinan ji bo 25’ê Mijdarê çalakî kirin

Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê jinan ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê çalakiyek kirin.

Yek ji navendên ku ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê li bajarê Rotterdam ê Holandayê saet 15:00’an çalakiyek hate kirin.

Komîteya ku ji saziyên mîna Meclîsa Jin a Şehîd Ronahî, Weqfaya Navnetewî ya Jinên Azad, Rêxistina 8’ê Adarê ya Jinên Iran û Afganistanê, 8 Mart Komîtê Amsterdam, Navenda Çanda Alawî ya li Rijnmond, FNV Schoonmaak, H.I.J.O.S. Nederland, Makibaka, Platform Wereldvrouwen, SKB-Socialistische Vrouwen Unie NL, Vrije Bond, Vrouwen Rode Morgen, Yeni Kadin, Europese Democratische Vrouwenbeweging pêk tê, cihê xwe di çalakiyê de girtin.

Jinên Kurd jî di çalakiyê de kon vekirin û bi pankar û alên TJK-E’yê xemilandin.

Di çalakiyê de şanoyek ji bo balê bikişînin ser rewaş jinan hate nîşandan.

Nûnerên Platforma Jinên Cîhanê, Rêxistina jinên Îranî û Afganî, Rêxistina jinên Filipînî, Rode Morgen (Sibeha Sor), Weqfaya navnetewî a Jinên Azad û Meclîsa Jin a Şehîd Ronahî di çalakiyê de axivîn.

Di axaftinên li ser navê saziya Kurda Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî ve hate kirin bal kişand ser sûcên Erdogan ên li hemberî jinan a li Kurdistan û Tirkiyeyê.

Çalakî bi stran û gerandina govendê ve bi dawî bû.