Li Hollandayê banga tevlîbûna ‘Kampanyay Xwişk û Bira’ kirin
Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a Hollandayê banga xwedîderketina li Kampanyaya Xwişk û Bira kir, got: “Yên hejar enceq bi yekîtiyê dikarin ji dorpêçê rizgar bibin.”
Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a Hollandayê banga xwedîderketina li Kampanyaya Xwişk û Bira kir, got: “Yên hejar enceq bi yekîtiyê dikarin ji dorpêçê rizgar bibin.”
Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a Hollandayê têkildarî Kampanyaya Xwişk û Bira ya li dijî pandemiya Koronayê hatibû destpêkirin daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku destê alîkaryê yê ji bo muhtacan çawa dibe wê xwe bigihîne kesên hewcedar. Di dewama daxuyaniyê de daxwaz hate kirin ku piştevaniya Kurdistanê bikin ku di bin êrîş û dagirkeriyê de ye.
Her wiha di daxuyaniyê de daxwaz ji hemû sazî û kesî hate kirin ku xwedî li kampanyayê derkevin.
DemNed li Hollandayê bi hemû saziyan re kampanyayê bi rê ve dibe. Ev hate gotin: “Yên hejar enceq bi yekîtiyê dikarin ji dorpêçê rizgar bibin.”
4 meclîs, 2 komîn TJK-Hollanda û CÎK li gel DemNedê kampanyayê bi hev re bi rê ve dibin.Heta niha 400 malbat tevlî kampanyayê bûne.
Navnînanên ku tevlî Kampanyaya Xwişk û Bira bibin wiha ye:
TEL: 06 855 065 65
Email: [email protected]