Li Hîldesheîmê li diî faşîzmê meş pêk hat

Li bajarê Hîldesheim ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên xwe yên Elman li dijî faşîzmê meşiyan. Di meşê de tecrîd hat protestokirin û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê bi pêşengiya Bloka Antîfaşîst a Hîldesheimê, bi dirûşmeya, “Em rê nadin faşîzmê” meş û mîtîngek pêk hat.
Kurdistaniyên li bajêr dijîn jî bi alên TJK-E’ê û wêneyên Zeynep Kinaci, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Sakîne Cansiz, Mazlûm Dogan tevlî meşê bûn.
'HER TIM BERXWEDÊR BI SER KETINE'
Parlamentera berê ya HDP’ê Leyla Bîrlîk, ji girseyê re axivî bal kişand ser tecrîd û berxwedanên li dijî tecrîdê.
Bîrlîk, li dijî faşîzmê bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a gelan û got, “Her tim yên berxwedêr bi ser ketine.”
Di çalakiyê de di kesayetiya şehîdên meha Gulanê de şehîdên şoreş û demokrasiyê hatin bibîranîn.