Li Helsînkiyê li dijî komployê 42 kîlometreyan beziya
Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye Kurdekî bi navê Îdrîs Al Oso li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 42 kîlometreyan beziya.
Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye Kurdekî bi navê Îdrîs Al Oso li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 42 kîlometreyan beziya.
Îdrîs Al Oso, Shevan Rasheed û Gelom Jîmhan roja Yekşemê ligel berf û sermayê jî çalakiyeke sportîf kirinç
Al Oso 42 kîlometre, Rasheed 20 kîlometre û Jîmhan jî 7 kîlometreyan beziyan.
Al Oso diyar kir ku ew li dijî komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo protestokirina tecrîdê beziyane. Al Oso diyar kir ku ew 3 saet û 40 deqîqeyan beziyaye.
Çalakgeran bi belavokekê çalakiya xwe bi dawî kirin.