BI DÎMEN

Li Helsînkiyê ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî çalakî hate lidarxistin

Li dijî biryara îdamê ya Îranê ya ji bo rojnameger Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî, li ber Konsolxaneya Îranê ya li Helsînkiyê çalakiya protestoyî hate lidarxistin.

Li paytexta Fînlandiya Helsînkî li dijî biryara îdamê ya Îranê ya ji bo rojnameger Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî, li ber Konsolxaneya Îranê çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PJAK û wêneyê rojnamevan Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammed hatin hildan.

Di çalakiya ku gelek Kurdistanî tevlîbûn de daxuyanî hat dayîn û biryara îdamê ya Îranê hate protestokirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.