Li Helsînkiyê çalakiya li dijî darvekirinên li Îranê

Bûyerên darvekirinê yên li Îranê, li bajarê Helsînkî bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, nûnerên partî û rêxistinên ji Rojhilatê Kurdistanê li hev kom bûn û meş û mîtîngek lidar xistin.

Girseya gel li qada Senatîntorî li hev civiya û ber bi navenda bajêr ve meşiya. Li navenda bajêr rêxistin û partiyan daxuyaniyên xwe dan.

Di daxuyaniyan de daxwaz ji raya giştî a navneteweyî hate kirin ku li hember kiryarên namirovane û sêdaredana aktîvîstên siyasî bêdeng nemînin.

Her wiha silav li berxwedana "Jin, Jiyan, Azadî" hate kirin û gazî hatin kirin ji bo hevgirtin û rêxistinbûna gelan.

Çalakî bi dirûşmên li dijî kiryarên dewleta Îranê bi dawî bû.