Li Heîlbornn û Freîbûrgê êrîşên dagirker hatin protestokirin
Li bajarên Heîlbornn û Freîbûrgê yên Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin.
Li bajarên Heîlbornn û Freîbûrgê yên Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin.
HEÎLBORNN
Li bajarê Heîlbornn ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan ên Elman li Qada Soleoyê hatin ba hev û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.
Di mîtîngê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li pêş çavê cîhanê êrîşî Rojava kiriye û kesên sivîl qetil kirine. Hate bibîrxistin ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne.
FREÎBÛRG
Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê jî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Piştî mîtîngê beşdarên çalakiyê zincîreya mirovan çêkirin.
Di mîtîngê de li ser navê RIB’ê Jurgen Grasslîn bazirganiya çekan a di navbera Elmanya û Tirkiyeyê rexne kir û diyar kir ku li ser axa Kurdan bi van çekan mirovên sivîl tên qetilkirin. Grasslîn diyar kir ku Elmanya di serî de divê hemû welat êdî çekan nefiroşin Tirkiyeyê.