Li Hannoverê Halîm Dener bi meşekê hate bibîranîn

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê Halîm Dener bi meşekê hate bibîranîn.

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê ciwanê bi navê Halîm Dener di 30’ê Hezîrana 1994’an de ji aliyê polîsên Elman ve hatibû qetilkirin. Hefteya borî Halîm Dener li cihê ku hatibû qetilkirin, hatibû bibîranîn. Duh jî li Hannoverê meşek hate lidarxistin.

Saet di 14.00’an de meş li Georgplatzê hate destpêkirin. Li ser navê Kampanyaya Halîm Dener axaftin hate kirin û hate gotin ku “Populîstên rastgir ji duh ve xurt bûne lê diyar dikin ku ew şerê Kurd û Tirkan naxwazin. Lê Halîm Dener ne ji aliyê polîsên Tirk, ji aliyê polîsên Elman ve hate qetilkirin. Heke hûn şer naxwazin hûn çima ji salên 1990’î û vir ve ji bo Kurdan qetil bikin, çekan dişînin ji dewleta Tirk re?”

Piştî meşê li cihê ku Halîm Dener hatibû qetilkirin, li Qada Steîntorê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hate diyarkirin ku Kurd qedexeya li ser PKK’ê qebûl nakin.

Ciwanê Kurd ê bi navê Halîm Dener di 30’ê Hezîrana 1994’an de li Hannoverê ji aliyê polîsên Elman ve hatibû qetilkirin.