Li Hannoverê daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê hate danîn.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê hate danîn.
Aktîvîstên însiyatîfa ‘Ji Ocalan re Azadî’ li navenda bajarê Hannover a Elmanyayê li ber gara trênê standek danîn û daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Li cihê kol alên Kurdistanî hate aliqandin, pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re statû’ hate bilindkirin.
Li binê konê standê jî broşur û belavok hatin danîn. Li qada çalakiyê bi sedan belavok hatin belavkirin û li ser hevkariya dewleta Elman û Tirk raya giştî hate agahdarkirin.
Çalakgeran bal kişandin li ser metirsiya tenduristiya Ocalan û têkildarî tecrîda giran agahî dan. Çalakiya bi destûr cardin polîsên Elman nehîştin ku aktîvîstan wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin û astengî derxistin.
Tevî ba û baranê jî çalakvan bi biryardarî çalakiya xwe domandin û bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ dawî li çalakiya xwe an.