Li Hannover, Strasboûrg û Rennesê dewleta Tirk hate protesotkirin
Li bajarê Strasboûrg û Rennes ên Fransa û Hannover ên Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadan, êrîşên qirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê protestokirin.
Li bajarê Strasboûrg û Rennes ên Fransa û Hannover ên Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadan, êrîşên qirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê protestokirin.
Xwepêşandanên protestoyî yên Kurdistanî û dostên wan ên li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a ji roja 9’ê Cotmehê ve li dijî Bakur û Rojavayê Sûriyeyê dabû destpêkirin dewam dike.
HANOVER
Kurdistaniyên li Hannover a Elmanyayê daketin qadan dagirkeriya Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Faşîst Erdogan’, ‘Kujer Erdogan’ û ‘Bijî Berxwerdana Rojava’ hate qîrkirin. Her wiha mîtîngek hate kiri nû li vir Hevserokê KON-MED’ê Tahir Koçer axivî û divê her cihê Kurd lê ber xwedî li berxwedanê derbikevin.
STRASBOÛRG
Li ser banga Komîteya Piştevaniya bi Rojava re li Strasboûrg a Fransayê Kurdan û dostên wan dagirkeriya Tirk û çeteyên wê protesto kirin.Girseya li Gare de Strasboûrgê kom bûn dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de banga xurtkirina piştevaniya bi Kurdan re hate kirin.
RENNES
Li Rennes a Fransayê jî Kurdistanî û dostên wan li qadan bû. Girseya li Place de Colombierê kom bûn, êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Bijî Berxwedan jinê ya Rojava’ û ‘Ji dagirkeriya Tirk a Rojava re na’ hate vekiri nû bi yek dengî dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ hatin qîrkirin. Çalakî bi axaftinên nûnerên saziyan bi dawî bû.