Li Hanaû bi hezaran kes li dijî nîjadperestî û faşîzmê meşiyan

Li bajarê Elmanya Hanaû roja 19’ê Sibatê faşîstek Elman di êrîşekê de penaber kiribû hedef û bi armanca şermezarkirina êrîşê bi hezaran kes îro li Hanûyê bûn. Kurdan pêşengiya çalakiyê kir û dirûşmeya “Na ji nîjadperestî û faşîzmê re” olan da.

Li ser banga gelek rêxistinên civaka sivîl, sendîka û komele ku serî de deste û saziyên Kurd ên li Elmanya ji bo protestokirina êrîşa nîjadperestî ku 9 penaber hatibûn qetilkirin û balkişandina li ser nîjadperestiya li welat zêde dibe bi hezaran kes herikîn bajarê Hanaû yê.

Şeva Çarşemê faşîstê Elman yê bi navê Tobîas Rathjen êrîşî du kafeyên nargîle yên li navenda bajarê Hanûyê kiribû û di êrîŞê de Ferhat Unvar, Gokhan Gultekin, Hamza Kurtovîc, Saîd Nesar El Hashemî, Mercefes Kîerpacz, Seda Gurbuz, Kalojan Welkow, Vîlî Vîrole Paûn û penaberê ku navê wî nehate zanîn hatibûn qetilkirin.

Piştî êrîşa ku Elmanya hejand îro li bajarê Hanaû girseyek qelebalix ji bo çalakiya “Li dijî faşîzm û nîjadperestiyê” li hev civiyan.

Ji saetên nîvro ve girse li qada “Freîheîtsplatz” kom bûn û wêneyên penaberên hatine qetilkirin rakirin.

Nûnerên STK û malbatên kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dayîn axivîn û piştre girse meşiyan.

Zêdetirî 10 hezar kes beşdarî meşê bûn û di rêza herî pêş de jinên Kurd pankarta “Faşîzim û nîjadperestî li her derê ye” vekirin.

Girseya gel dowîzên navên kesên hatine qetilkirin li ser rakirin û dirûşmeyên “Na ji faşîzm û nîjadperestiyê re” û “li dijî faşîzmê mil bi mil” berz kirin.

Girse piştre li qada “Heûmarkt” ya êrîşa destpêkê, mûm pêxistin û kûlîlik danîn cihê bûyerê û cangoriyên komkujiyê bi bîranîn.

Pitşre girse dîsan vegeriya qada “Freîhîtsplatz” li vir mîtîngek lidarxistin û piştre belav bûn.