Diyar bû ku wê êrîşa li Hanaûyê were kirin

Derket holê ku nijadperestê Elman Tobîas Rathjen ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve dihat naskirin.

Li bajarê Hanaû yê Elmanyayê di 19’ê Sibatê de li dijî penaberan êrîşek hatibû kirin. Ciwanên Kurd jî di nav de 9 penaber hatibûn qetilkirin. Mûxalefet û pispor diyar dikin ku divê avadaniyên nijadperest werin şopandin û li dijî wan tevdîrên cîddî werin stendin.

VÊ AVADANIYA NAZIYAN DIHAT ZANÎN

Tê diyarkirin ku li Hanaû û derdora wê haya dewletê ji vê avadaniya faşîst hebû lê tu tevdîr nehatibû stendin. Walîya Herêma Kasselê ya ku Hanaû jî di nav de ye Walter Lubcke di 2’ê Hezîrana 2019’an de ji aliyê Neonaziyekî hatibû kuştin. Derketibû ku holê ku Lubcke piştgirî dida siyaseta ji bo penaberan û ji ber vê jî hatibû qetilkirin. Têkiliya faşîstê ku Lubcke qetil kiribû bi koma Neonazî ya Combat18’ê derketibû holê. Vê koma Combat 18 gef li gelek siyasetmedar û rêveberan dixwar lê li hemberî vê komê tu tevdîr nedihat stendin.

Derket holê ku faşîstê 43 salî Tobîas Rathjen ê ku qetlîama Hanaûyê kiriye, haya polîsan ji wî hebû. Tê diyarkirin ku ji ber fikrên wî yên nijadperest di 6’ê Mijdara 2019’an de giliyê wî li serdozgeriya federal hatiye kirin kê dîsa jî tu tevdîr nehatiye stendin.

Hin dîmen derketin holê ku Rathjen beriya ku vê êrîşê bike çû mekanên aîdî penaberan û keşf kiriye.

Îro li Hanaûyê bi şîara ‘Em li dijî terora rastgir û nijadperestiyê’ xwepêşandanek wê were lidarxistin. Kurd jî di nav de bi deh hezaran kes wê li qada Otto Rûnkî Platzê werin ba hev.