Li Hambûrgê komplo û tecrîd hate protestokirin

Bi armanca protestokirina tecrîd û Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Parlementoya Hambûrg a  Elmanyayê mîtîngek hate kirin.

Di mîtînaga li pêşiya avahiya Parlementoya Hambûrgê hate kirin de, posterê mezin ê Ocalan hate vekirin.  Parlementerê Partiya Çep a Hambûrgê Martîn Dolzer ê tevlî çalakiyê bû û axivî anî ziman ku hêzên kapitalîst û mêtinger ji ber ku ji ramanên Ocalan ditirsiyan ji bo wê dîl girtin.

Dolzer got: “Gelê Kurd hê jî Ocalan ê di esaretê de ye yekane lîderê xwe dibînin. Tevî Ocalan li Îmraliyê ye û di nava mercên giran ên tecrîdê de jî tê ragirtin di serî de ramanê wî li Rojavaû çar parçeyên Kurdistanê belav dibin.” Dolzer diyar kir ku wê tim li gel gelê Kurd cih bigire.

Dolzer nerazîbûn nîşanî hevkariya hikûmeta Elman a bi Tirkiyeyê re jî da û got: “Ji firotina çekan a welatê xwe ya ji bo Tirkiyeyê şerm dikim. Dewletê Ewropa yên bi destê xwe dîktatorek ava kirin, divê ji vê şaştiyê vegerin, qedexeya li ser PKK’ê bi dawî bikin.

Mîtîng bi dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û şermezarkirina dewleta Tirk re  û belavkirina bi sedan belavokan re bi dawî bû.