Li Hambûrgê ji xwendekaran re qala têkiliyên 'Elmanya-Tirkiyeyê' hate kirin

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi pêşengiya tevgera xwendekaran a jinê semînerek li ser têkiliya 'li ser bingeha faşîzmê' ya navbera Tirkiye û Elmanyayê hate lidarxistin.

Jin ên Xwendekar ji bo jin û ciwan ên li Elmanyayê mezin bûne, semînerek li ser têkiliyên navbera Tirkiye û Elmanyayê lidar xist.

Ciwanan diyar kirin ku têkiliyên navbera Tirkiye û Elmanyayê xwe dispêre beriya 150 salî û ragihandin ku ev tifaq tifaqa bingeha faşîzmê ye.

Di semînerê de nirxandin hate kirin ku ev tifaq bi çi rengî destpê kir, Şerê Cîhanê yê 3'yemîn û têkiliyên navbera Tirkiye û Elmanyayê bi çi rengî destpê kirine.