Li Hambûrgê ji NY’ê re name hatin şandin

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û azadiya wê ya fîzîkî, çalakiya name şandinê ya kurdistaniyan ji bo banga pêkanîna erkê li Neteweyên Yekbûyî (NY) bikin didome.

kampanya şandina nameyan ji NY’ê re ya Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û azadiya wê ya fîzîkî didome.

Kurdistaniyan li bajarê Hambûrga Elmanya, li postxaneya navendî ya taxa Altona ji NY’ê re name şandin.

Kurdistaniyên ku hatibûn ber postxaneya navendî, beriya merasîmê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de Hevserokê DKTM’ê Selahattîn Irmak axivî û got: “Demek dirêje ku em nikarin ji Rêbertiya xwe agahî bigrin. Me fikarên xwe yên ji ber şertên tecrîdê yê Rêberê me tê de dijî bi nameyekê ji Sekreterê Giştî yê NY’ê re şand.”

Ji FED-DEM’ê Îmam Semsûr jî da zanîn ku wan ji bo valaderxistina komploya navnetewî û xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan çalakiyek wiha lidarxistine.

Semsûr got: “Şert û merc çi dibin bila bibin, ev gel wê ti carî rêberê xwe tenê nehêle û wê li dora felsefe û ramanên wî kilît bibe.” Semsûr her wiha banga tevlîbûna çalakiya protestokirina komploya navnetewî ya ku wê sibe saet 16:00’an li ber sefareta Tirk bê lidarxistin kir.