Li Hambûrgê ji bo Şengalê çalakiyek protestoyî pêk hat

Gefên hikumeta navendî ya Iraqê yên li ser Şengalê, li Hambûrgê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Nivîskar û parêzvanê mafê mirovan Anja Flach di mîtînga protestoyî ya li semta Sternschanze ya Hambûrgê de axivî balkişande ser lîstokên qirêj ên li ser herêma Şengalê tên lîstin û got: “Xaka Şengalê cihekî kevnar a bi hezaran sale ku ji bo mirovên xwedî baweriya Êzidî ne. Êzidî ku xwediyê rasteqîn ên Şengalê ne li vir dixwaze bi azadî bijî û xwe rêvebibin.

Gefê hikumeta navendî ya Iraqê yên li ser vê derê û planên dagirkirinê ji ber xwesteka Tirkiyê ye. Dewleta Tirk bi dagirkirina van deran dixwaze xeyalên xwe yên Osmanî pêk bîne.”

Flach ji hikumeta Iraqê pirsî bê ka ji bo parastina vî gelî ku duh ji aliyê çeteyên hov ên DAÎŞ’ê ve bi qetlîamê re rû bi rû bûn li kû derê bûye û li hemberî siyasetên dagirkerî û pêvekirinê banga hişyariyê li raya giştî kir.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” bidawî bû.