Li Hambûrgê êrîşa çekdarî li Şahidên Yehova hate kirin

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê, li hemberî navendeke Şahidên Yehova êrîşeke çekdarî hate kirin. Gelek kes mirin, gelek jî birîndar bûn.

Li gorî medya Elman di êrîşa çekdarî de herî kêm 7 kes mirin. Polîsan diyar kirin ku yek ji kesên li cihê bûyerê hatine kuştin êrîşkar e.

Rojnameya Bîldê jî diyar kir ku tevî 7 kesên hatin kuştin 8 kes jî birîndar bûn.

Gelek polîs li cihê bûyerê hatin wezîfedarkirin. Ofîsa Federal a Parastina Sivîl bang li gel kir ku xwe ji cihê bûyerê vegire û mirovên li herêmê ne jî ji mala xwe dernekevi.

Piştî ku dengê çekan hate bihîstin, 9'ê Adarê saet di 21:15'an de agahî ji polîsan re hate dayin.

Berdevkekî polîsan ji NTV re axivî û diyar kir ku ew bi lez ketine hundirê avahiyê û gelek kesên hatine kuştin û gelek birîndar dîtine. Têkildarî motîvasyona êrîşê agahî bi dest neketin.

Şahidên Yehova alîgirên restorasyonê û dijberê teslîsê (baweriya ku Xweda ji sê kesan pêk tê). Mezhebeke Xiristiyaniyê ye ku ji Xiristiyaniya esasî qut bûye.

Şahidên Yehova ku baweriya bingehîn a Xiristiyaniyê û kevneşopiya olî qebûl nakin, tenê wergera Pirtûka Pîroz a bi navê 'Wergera Cîhana Nû' ji xwe re weke bingeha esasî ya baweriya xwe dibînin. Şahidên Yehova ji aliyê gelek medya û komeleyên dijberê hin mezheban weke 'rêxistina ku pirsgirêka xwe bi mezhebê re heye' tê sûcdarkirin.