Li Grazê şahiya 4’ê Nîsanê

Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Grasê şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de banga tevlîbûna çalakiya rûniştinê hate kirin ku di navbera 15-19’ê Nîsanê wê li Strasboûrgê li ber CPT’ê were lidarxistin.

ŞAHIYA 4’Ê NÎSANÊ

Li Bajarê Graz ê Awûstûryayê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîna gel hat lidarxistin û piştre jî şahiya rojbûnê hat lidarxistin.

Ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Di axaftinên hatin kirin de, hat diyarkirin ku rojbûna Abdullah Ocalan roja vejîna gelê Kurd û jinan e. Her wiha ji xeynî banga mezinkirina pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’, banga tevlîbûna çalakiya rûniştinê hate kirin ku di navbera 15-19’ê Nîsanê de wê li Strasboûrgê li ber CPT’ê were lidarxistin. Di şahiyê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.

Şahî piştî guhdarkirina muzîkê, bi dawî bû.