Li gelek welatan Kurdistanî li ber komploya navneteweyî rabûn
Li Belçîka, Danîmarka, Norwêc, Awûstûrya, Elmanya û Fransayê li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin.
Li Belçîka, Danîmarka, Norwêc, Awûstûrya, Elmanya û Fransayê li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin.
Li Belçîka, Danîmarka, Norwêc, Awûstûrya, Elmanya û Fransayê li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin.
BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brukselê, li pêşiya Konsolosxaneya Tirk çalakî hate lidarxistin. Çalakgeran çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Tirk. Piştre jî name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin û bang lê kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bikeve nava liv û tevgerê.
KOPENHAGEN: Komploya navneteweyî li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî hate şermezarkirin. Çalakgeran çelenga reş danîn ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Danîmarkayê. Di çalakiyê de her wiha ji bo greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê banga xwedîderketinê hate kirin.
OSLO: Li paytexta Norwêc Osloyê jî çalakiya şermezarkirinê li ber Konsolosxaneya Tirk pêk hat. Norwêciyên dostê Kurdan jî di nav de bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Çalakgeran bla kişandin ser hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê û hevdîtinên li Osloyê bi bîr xistin. Di çalakiyê de komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin.
PARÎS/EVRY: Li paytexta Fransa Parîsê, li banliyoya Evry li dijî komployê meşek hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku bi pêşengiya jinan pêk hat, hêzên komploger hatin şermezarkirin.
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi meşeke bi meşaleyan hate şermezarkirin. Gelek komên enternasyonalîst jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Es lebe Ocalan", "Hoch die înternatîonale Solîdarîtat", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.
VIYANA: Komploya navneteweyî li paytexta Awûstûrya Viyanayê hate şermezarkirin. Ji ber astengiya polîsan a bi hinceta şewbê, girseya gel li şûna meşê mîtîngek li dar xist. Di çalakiyê de berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, hate silavkirin. Çalakgeran ragihandin ku heta tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe dewam bikin.