Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên pankartê

Kurdên li Ewropayê li gelek bajaran ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên bi pankartê li dar xistin.

Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya pêngavê de li Swîsreyê çalakiyên bi pankartan tê lidarxistin.

Li gelek qadên girîng pankartên ji bo azadiya Ocalan tên daliqandin. Îro li bajarên Bern û Zurîhê çalakgeran pankart daliqandin.

Wê di rojên pêş de li bajarên Basel, Zurîh, Bern, Lûzern, Bîel û Aaraûjê jî çalakiyên bi pankartê were lidarxistin.

FRANSA

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê jî di çarçoveya kampanyaya ‘Dema dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e’ de çalakiyên daliqandina pankartan hate lidarxistin.

Li bajarê Toûloûseyê jî bi pêşengiya înîsîyatîfa jinan û ciwanan ji bo Ocalan afîş hatin daliqandin.

Li bajarê Marsîlyayê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên afîşan di roja heftan de didome.

Li bajarên Parîs, Vîlleneûve, Strasboûrg û Rennesê jî bi pêşengiya CDK-F û TJK-F’yê çalakiyên daliqandina pankartan didome.