Li gelek bajaran çalakiyên Roja Azadîya Ocalan

Li gelek bajarên Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û komploya navneteweyî protesto kirin.

DARMSTADT

Komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meş û mîtîngeke li Darmstadtê hate protestokirin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Frîedensplatzê kom bûn û meşiyan. Di meşê de parlementerê berê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz diyar kir ku li çar parçeyên Kurdistanê mirov Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî serokê xwe dibînin.

NURNBERG

Li bajarê Nurnbergê jî meşek hate lidarxistin û komploya navneteweyî ya di 8’ê Cotmeha 1998’an de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  hatibû kirin, hate protestokirin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên Elman li Kornmarkê li hev kom bûn û meşiyan. Mala Gel a Medyayê, PYD, AGÎF, Lîste Lînke, Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî di nav de gelek rêxistinên çep piştgirî dan meşê.

Piştî meşê li Jakobplatzê mîtîngek hate lidarxistin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê jî bi wesîleya ‘10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan’ meşek hate lidarxistin. Bi tevlêbûna Kurdistaniyên li dora Hambûrg, Kîel û Bremenê çalakî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û got ku “Berdêla wê çi be jî em ê dev ji vê têkoşînê bernedin.”

Di meşê de pankartên ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û mêtingeriyê bîne, dem dema azadiyê ye’ hatin hildan.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê jî bi wesîleya ‘10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan’ meşek hate lidarxistin. Bi sedan kes saet di 15.00’an de li Gara Trênê hatin ba hev û komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin.

Di çalakiya protestoyê de hate diyarkirin ku heta Ocalan azad bibe, wê çalakiyên xwe bidomînin.

KASSEL

Li Kasselê jî di çarçoveya ‘10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan’ de meşek hate lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan ên li Halîtplatzê kom bûn, komploya navneteweyî protesto kirin.

Pankarta bi Elmanî ya bi nivîsa “Ji tecrîdê re na, azadî ji bo Ocalan” hilgirtin. Piştî meşê li Operplatzê jî mitîngek lidarxistin.

HILDESHEIM

Li bajarê Hildesheimê jî bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji bajarên derdor meş û mitînga ‘10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan’ hate lidarxistin.

Yekitiya Hêza Demokratîk, ANTIFA Hildesheim û Dîe Lînke piştgirî dan meş û mitînga ku NCDK Hildesheimê organîze kirin.

Piştî li Angouleme Platzê deqeyek rêz hate girtin, gel dest bi meşê kir. Meşê hetanî ber şaredariya mezin li ber dirûşmeyan bi mitîngê dom kir. Piştî axaftinan mitîng bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

HANNOVER

Li Hannoverê jî di çarçoveya ‘10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan’ de, çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Jin a Ronahî hatî lidarxistin de, berdevkê Meclîsa Jin a Ronahî Aliye Ekîncî axaftinek kir. Ekîncî, komploya navnetewî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kir.

Hevserokê Meclîsa Gel a Hannoverê Yaser Alp û Hevserokê KON-MED’ê Tahir Koçer axaftin kirin. Piştî axaftina çalakî bi berz kirina dirûşmeyan bi dawî bû.