Li Gavleborgê li dijî komploya navneteweyî çalakî hate lidarxistin

Li herêma Gavleborgê ya Swêdê li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.

Li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran çalakî tên lidarxistin.

Li herêma Gavleborgê ya Swêdê li dijî komploya navneteweyî çalakiyek hate lidarxistin.

Li herêma Gavleborg li cihên wekî Gavlê, Sandvîkin, Bollnas û Soderhamn jî çalakî û xwepêşandan li navend û cihên ku girseyî yên bajêr hatin lidarxistin.

Li bajarê Soderhamn di pêşengiya Komela Jinan a Arîn Mîrkanê, NCDK- Soderhamn û Stodkommitê for Kurdistan de xwepêşendanek saet 13:00 li navenda Soderhamn bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan, alên Tevgera Azadiyê, Tevgera Jinan û maskên bi dîmenên serokatiyê hat lidarxistin.

Her wiha daxuyaniya li ser komployê û êrîşên dewleta Tirk a faşîst û dagirker bi Swêdî ji aliyê serokê Stodkommitê birêz Benny Gustafsson ve hate xwendin û li ser rewşê belavok hatin belavkirin.