Li Fransayê tifaqa çepgiran bernameya 'Eniya Gel' ava kirin

Partiyên çepgir ên Fransayê piştî têkçûna Serokkomar Emanûel Macron a di hilbijartiên Ewropayê de û têkildarî îlankirina hilbijartinên pêşwext li dijî rastgirên radîkal ‘Eniya Gel’ ava kirin.

Eniya çepgiran navê xwe ji koalîsyona çepgiran a di sala 1936’an de li dijî gefa Nazîzmê li Fransayê hatî avakirin,  girtiye.

Roja Pêncşemê, serokên Sosyalîstan, Keskan, Komunistan û La France Insoûmîse (LFI) ‘bûyereke girîng a siyasî’ silav kirin. Lê belê heya niha lihevkirinek pêk nehatiye ku ger serketinek were bidestxistin wê kî serokatiya hikûmetê bike. Li ser partiyên çepgir ji aliyê aligir û civaka sivîl ve zexteke cidî heye ku dixwazin  dev ji mantiqa profesyonel a siyasî berdin û girêdayî berjewendiyên xwe yên şexsî tevnegerin. Ji bo ku ev koalîsyon di nava hemû beşên civakê de belav bibe jî kampanya tên meşandin.

Partiyên çepgir bi vê tifaqa xwe li bendê ne ku li hemberî rastgirên radîkal di hilbijartinan de serketinê bi dest bixin.

Her wiha di bernameya  ‘Eniya Gel’ de hêmanên weke; rakirina reformên hikûmeta Mocron yên tund, rakirina reforma teqawidan, standina bergiriyên ji bo zêdekirina hêza kirînê, li gorî enflasyonê endekskirina buha û mûçeyên teqawidan û sabîtkirina buhayên kelûpelên bingehîn û dabînkirina agirbesta şerê li Xezeyê û naskirina dewleta Filîstînê û xizmetguzariyên têkildarî avhewa û perwerdeyê cih digirin.

Van pêngavên partiyên çepgir kir ku di nava rastgiran de lawazbûn û belavbûnek çêbibe. 

Her wiha pênc sendîkayan (CGT, CFDT, UNSA, FSU û Solîdaîres) ji bo dawiya hefteyê banga mezintirîn xwepêşandana pêkan kirin.  Komeleyên bi navê Emmaûs, Oxfam, Greenpeace, LDH, Attac û SOS Racîsmeyê piştgiriya vê bangê kirin. Di heman demê de Medecîns du Monde (Bijîşkên Cîhanê) bang kirin ku hemû hêz  li dijî rastgirên radîkal yekîtiya xwe pêk bînin.