Li Fransayê Platforma Parastina Rojava hate avakirin

Li Fransayê ji bo organîzekirina çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, Platforma Parastina Rojava hate damezirandin.

Platforma Parastina Rojava di civîna xwe ya pêşîn a di roja Çarşemê de diyar kir ku wê di 19’ê Cotmehê de çalakiyan li dar bixin.

CDK-F, TJK-F, FEDA, Tevgera Ciwanên Kurd, ACTÎT, Partizan, Proleter Devrîmcî Dûrûş, saziyên Ekolojîst, MLKP, Sendîkaya Solîdaîre, KKP, Roja Sor, Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya li Parîsê, Enstîtuya Kurdî ya Parîsê jî di nav de gelek sazî û rêxistin di nav platformê de cih digirin.

Platformê diyar kir ku parastina Rojava tê wateya parastina mirovayetiyê.

Di 19’ê Cotmehê de wê li Parîs, Lyon, Cean, Orlean, Valence û Rennesê çalakî were lidarxistin.