Li Fransayê li dijî rastgiriya tund bi sed hezaran kes daketin qadan

Li Fransayê beriya hilbijartinên parlamentê ku wê dawiya meha Hezîranê bêne lidarxistin, bi tifaqa çep re bi sed hezaran kes daketin qadan û metirsiya rastigiriya tund şermezar kirin.

Li Parîs, Marsîlya, Strasboûrg, Bayonne, Nantes, Valencîennes û bi dehan bajarên din roja Şemiyê bi sed hezaran kes daketin qadan. Li seranserê Fransayê 182 xwepêşandan hatin lidarxistin û li gorî sendîkaya CGT'ê herî kêm 640 hezar kes tevlî bûn.

Xwepêşandana herî xurt jî li Parîsê pêk hat ku 250 hezar kes tevlî bûn.

Ev çalakiyên ku beriya hilbijartinên parlamentê yên 30'ê Hezîranê û 7'ê Tîrmehê hatin lidarxistin, ji aliyê sendîkayan, komeleyan û partiyên çep ve hatin birêxistinkirin.

Li dijî metirsiya partiya rastgiriya tund Rassemblement National ku di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de di ser ji sedî 30'î re deng wergirt û bû partiya yekemîn, eniya gel hate avakirin.

Ji damezrandina Komara Pêncemîn û vir ve yekemcar rastgiriya tund nêzî desthilatdariyê bûye, lewma gel hewl dide vê pêlê rawestîne.

Piraniya xwepêşandan bi rengekî aştiyane derbas bûn, lê li çend deveran pevçûnê rû da û 20 kes hatin binçavkirin ku 9 ji wan li Parîsê hatin binçavkirin.

Bi taybetî ciwan bi xurtî tevlî xwepêşandanan bûn. Yekîtiya Xwendekaran, Fage, Unef, tevgera komunîstên ciwan û ekolojîstên ciwan hêza xwe kirin yek.