Li Fransayê 7 Kurd hatin girtin!
Li Fransayê ji 13 Kurdan ku hatibûn destgîrkirin 7 jê hatin girtin.
Li Fransayê ji 13 Kurdan ku hatibûn destgîrkirin 7 jê hatin girtin.
Li Marsîlya, Parîs û bajarên din 13 Kurd hatibûn destgîrkirin. Piştî rapirsîna 4 rojan 4 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 9 jê heta înê derengiya şevê rapirsîna wan dom kir û derxistin ber dadgehê. 9 kes, bi îdîaya ku têkilî 'terorîzm'ê ne û fînansê dabîn dikin hatin tawanbarkirin, 7 jê hatin girtin. Ji 2 kesan yek jê cezayê kelepçeya elektronîk danê, yê dî jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Li Parîs, Marsîlya û Draguîgnanê bi hevdemî polîsan bi ser malan de girtibûn û 13 kes hatibûn destgîrkirin. Polîsan bi ser gelek malÊn Kurdan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de girtibûn.
Balkêş e, serê Adarê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron hevdîtinek kiribûn û piştî vê hevdîtinê zexta li ser Kurdan li Fransayê zêde bû.