Li Fransaya Başûr çalakiya rûniştinê ya hefteyekê bi mitîngê bi dawî bû

Çalakiya rûniştinê ya ji bo hefteyekê li bajarê Marsîlya ya Fransayê hatî lidarxistin, îro bi mitîngekê bi dawî bû.

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Marsîlyayê bi tevlîbûna Kurdistaniyên li Bordeaûx, Montperllîer, Marsîlya, Toûloûse û Dragûîgnanê hatî lidarxistin, bi mitîngekê bi dawî bû.

Çalakiya ku her roj seat 10:00’an dest pê dikir, saat di 17:00’an de bi dawî dibû.

Di tevahiya çalakiyê de belavok dixwendin û belav dikirin.  Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan jî di çarçoveya kampanyaya “100 sedem ji bo darizandina dîktator, 100 hezar îmze” de îmze kom dikir.

Ji bo paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li raya giştî ya Ewropayê bidin naskirin stand danîn û pirtûk belav kirin.

Îro jî saet di 14:00’an de pankarta bi nivîsa “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re Statû” û flamayên Ocalan hilgirtin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî” hate berzkirin, piştî deqîqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk axaftin hatin kirin.

Kurdistaniyan ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name şandin ji NY’ê re.