Li Fransa, Elmanya û Ewûstûryayê dagirkerî hate protestokirin

Li bajarê Montpellîer, Marsîlya û Reîms ên Franas, dîsa bajarê Munîh, Kassel, Darmstadt ên Elmanya û bajarê Graz ê Ewûstûryayê jî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava hate protestokirin.

FRANSA

Li bajarê Montpeîllîer, Marsîlya û Reîms ên Fransayê Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadan êrîş û qetlîamên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Di çalakiyan de hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Cevdet Guneş axivî û got: “Heta dawî em ê li dijî êrîşên hov ên rejîma Tirk li ber xwe bidin.” Dîsa banga tevlîbûnên xurt a ji bo çalakiyan hate kirin.

ELMANYA

Li bajarê Munîh, Kassel û Darmestadt ên Elmanyayê jî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilaêt Sûriyeyê bi çalakiyên cihê hatin protestokirin. Di çalakiyan de daxwaz hate kirin ku gelê cîhanê li dijî êrîşên dagirker bêdeng nemînin. Dîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Azad li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê rojên borî pêngavek bi navê ‘Nehêle’ dabûn destpêkirin.

EWÛSTÛRYA

Li bajarê Graz a Ewûstûrya çalakiyek hate kirin û di çalakiyê de Hevserokê Civaka Azad a Ewûstûrya Halîs Sever axivî û diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd pîroz e, wê di encamê de berxwedan bi ser bikeve.