Li Frankfûrt û Londonê çalakiyên piştgiriya bi grevan re

Ji bo bal kişandina ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewş, tenduristî û ewlehiya wî çalakî hatin kirin.

Li bajarê Frnakfûrt ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinan a Amara, Meclîsa Jinan a Nûjîn Nanaû, li pêşiya Frankfût SPD’ê çalakiyek hate kirin.

Çalakiya ku gelek kes tevlîbûn, li ser navê meclîsên jinan heyetekê dosyayek pêşkêşî SPD’ê hate kirin.

Di çalakiyê de hate gotin ku her diçe rewşa Leyla Guven a di roja 63’an a grevê de ye li ber xeteriyê ye, bal kişandin ser berxwedana grevên li zindanan.

LONDON

Kurdistaniyên ku li Îngiltereyê dijîn, ji bo balkişandina ser berxwedana greva birçîbûnê li pêşiya parlementoya Îngîltereyê çalakiyek hate kirin.

Di çalakiyê de berxwedana greva birçîbûnê hate silavkirin û peyama ‘Daxwaza berxwedêran daxwazên me ne.’ dan.

Hate destnîşan kirin ku çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatî destpêkirin îro li hemû zindan û gelek bajarên Ewropayê belav dibin.

Piştre girse ber bi Rêya Westmînsterê ve ketin rê û ji bo demekê rê li trafîkê girtin.

Çalakî bi bangkirina tevlîbûna xurt a ji bo meşa 12’ê Çileyê ya Parîsê bê kirin bi dawî bû.