Li Fînlandiyayê dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin
Kurdên li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye hatin gel hev û bi çalakiyekê êrîşên dagirker yên dewleta Tirk a li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Kurdên li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye hatin gel hev û bi çalakiyekê êrîşên dagirker yên dewleta Tirk a li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Îro Kurdên li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin cem hev û çalakiyek li dar xistin.
Di çalakiyê de pankart û alayên Tevgera Jinên Azad hatin hilgirtin û bi awayekî bêdengî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate şermezar kirin.