Li Ewropayê wê ji îro û pê ve çi bên guhertin?

Li gelek welatên Ewropayê ku vîrûsa koronayê bandoreke giran li wan kiriye, tevdîra mayina li malê ji îro û pê ve bi dawî dibe.

Ji ber vîrûsa koronayê ya nû ku meha Kanûnê li Çînê derkete holê, bi sed hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Vîrûsê bandora herî giran li parzemîna Ewropayê kir.

Li Ewropayê ku ketiye nava krîzeke giran a aboriyê, gelek welat tevdîra mayina li malê qonax bi qonax bi dawî dike. Hin welatan ev pêvajo zûdeyî dabûn destpêkirin. Li gel vê yekê fikar ji pêla duyemîn tê kirin.

BELÇÎKA

Li Belçîkayê her malbatek wê karibe 4 mêvanan qebûl bikin. Ji 11'ê Gulanê û pê ve qadên bazirganiyê wê li gorî pîvanên ewlekariyê karibin dest bi kar bikin. Bikaranîna maskeyê tê pêşniyarkirin. Qadên festîvalê, kafe, restoran, bar wê girtî bin.

FRANSA

Li Fransayê piştî du mehan wê salonên kûaforan, qadên moda, deverên gul difiroşin an jî pirtûkxane wê bên vekirin. Kreş vekirî jî bin li gorî rewşê wê tenê hejmareke kêm a zarokan qebûl bikin. Bar, restoran, şano yan jî sînema wê girtî bin. Bi giranî li derve wê maske bên bikaranîn. Firoşgeh wê li gorî pîvana mesafeya civakî bixebitin. Di ger û geşta zêdeyî 100 kîlometreyî de wê kontrol bê kirin.

SPANYA

Li Spanyayê qonaxa nû ya sistkirina tevdîran wê vê Duşemê bikeve meriyetê. Herî zêde bi 10 kesî wê malbat an jî dost karibin li hev kom bibin. Bar û restoran wê şaneşînên xwe bi rêjeyeke kêm vekin. Ev sererastkirin bi giranî ji bo bajarên Madrîd û Barcelonayê ye. Tenê ji bo nava herêman destûra ger û geştê heye. Sînema û şano wê girtî bin. Dibistan wê meha Îlonê dest pê bikin.

ÎTALYA

Li Îtalyayê dibistan wê heta meha Îlonê girtî bin. Lê belê febrîqe, şantiye û buro wê ji 4'ê Gulanê û pê ve bên vekirin. Li parkan wê mesafeya civakî bidome. Di otobus û trenan de wê bikaranîna maskeyê ji neçarî be. Qadên bazirganiyê, muze, qadên çandî, dêr, pirtûkxane wê 18'ê Gulanê bên vekirin. Deverên ku ji bo derve difiroşin û restoran wê ji 1'ê Hezîranê û pê ve bi temamî bên vekirin. Heman rewş ji bo salonên ewlekariyê û kûaforan jî derbas dibe.

HOLLANDA

Li Hollandayê kreş û dibistanên seretayî wê vê Duşemê bi hin beşan vebin. Dibistanên ajokariyê, kûafor, sînema û pirtûkxane wê li gorî pîvana mesafeya civakî karibe ji nû ve dest bi kar bikin.

QRALIYETA YEKBÛYÎ

Serokwezîrê Îngiliz Borîs Johnson êvara Yekşemê li ser sistkirina tevdîran daxuyaniyek da. Johnson ragihand ku vê hefteyê ne dema bidawîkirina tevdîran e û anî ziman ku ji bo kesên nikarin li malê karê xwe bikin karibin biçin ser karê xwe, wê bikevin nava hewldanan. Pîvana mesafeya civakî wê dewam bike, gava herî zû wê piştî 1'ê Hezîranê bê avêtin.

ELMANYA

Li Elmanyayê biryarên li ser tevdîra mayina li malê ji aliyê herêman ve tê dayin. Li herêma Mecklenboûrgê xwarina li restorantê êdî pêkan e. Destpêkê kafe û restoran Şemiyê dest bi kar kiribûn. Li eyaletên din jî wê qonax bi qonax tevdîr bên sistkirin.

Li gel mesafeya civakî piraniya firoşgehên ji 800 metreçargoşeyî biçûktir ji 20'ê Nîsanê û pê ve dest bi kar kiribûn. Dibistan li eyaletan di 4'ê Gulanê de dest pê kiribûn. Qadên çandî û sporê wê girtî bimînin. Kombûn jî wê heta 31'ê Tebaxê qedexe be.