Li Ewropayê peyama ‘Rojava ne bi tenê ye’

Li gelek bajarên Ewropayê li dijî êrîşên dagirkeriyê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û peyama “Rojava ne bi tenê ye” dan.

Li paytexta Elmanya Berlînê li pêşiya Parlamentoya Federal êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protesto kirin.

Di çalakiyê de ji Başûrê Kurdistanê siyasetmedar Mihemed EmÎn Pencewînî axivî û wiha got; “Ez şervanên QSD’ê ku li Rojava bi qehremanî şer dike pîroz dikim.” Pencewînî berxwedêrên li Ewropa û çar parçeyên cîhanê silav kir û wiha got; “Ev çalakî jî gelek girîng in. Bi çalakiyan em ê layiqî wan şervanan bin û weke gel serbikevin. Bila gumanên tu kesê nebe.”

JI ENTERNASYONALÎSTAN ÇALAKÎ

Heman saetê enternasnoyalîstên Elman li Oranien Platz a Kreuzbergê jî mîtîngek lidarxist. Kurdistanî û dostên wan li pêşiya parlamentoyê meşiyan û piştî meşa 5 kîlometreeyan li Oranien Platzê bi şoreşgerên enternasyolîst re civiyan.

Piştî axaftinan girseya gel ku ji 5 hezar kesan pêk dihat meşiyan. Meş li navçeya Kreuzberg û Kottbuser Torê bidawî b3u.

DUSSELDORF

Li Dusseldorfê li pêşiya HBF’ê 2500 kes li hev civiyan û dirûşmeyên “Terorîst Erodgan”, “Faşîst Erdogan”, “Bijî Rojava”, “Bijî Kuristan” û “Bijî YPG, YPJ” berz kirin.

Li vir hunermend Cevat Mervanî û parlamentera berê ya HDP’ê Besîme Konca axivîn û wiha hate gotin; “Ji niha û pêve Kurd wê ji bo xwe şer bikin. Bi ruhê jina azad gelê Kurd ew ê di vî şerî de jî serbikeve.”

Piştî axaftinan gel meşiyan. Girseya gel ji HBF’ê heta konsolosxaneya DYE meşiyan û bi dirûşmeyan meşa xwe bidawî kirin.

BRAUNSCHWEIG

Li Braunscheîgê jî bi çalakiyekê dagirkeriya Tirk hate protestokirin. Çalakî bi rêzgirtinê destpê kir û bi axaftinan dewam kir. Piştre gel meşiyan û meş li pêşiya Qesra Arkaden bidawî bû.

ERFURT

Li bajarê Erfut yê Elmanyayê jî b meşeke girseyî dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiyê de peyama “Rojava ne bi tenê ye” hate dayîn û bang li dewletên Ewropa hate kirin ku demildest firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestinein.

KOLN

Li Kolnê komeke Kurd û ciwanên Elman li Zanîngeha Kolnê Serokê Meclîsa Federal a Elman Wolfgang Schauble protesto kirin.

MANNHEIM

Li Mannehîmê jî li pêşiya HBF’ê KurdistanÎ û dostên wan dagirkeriya Tirk bi çalakiyekê protesto kirin. Çalakî li ser banga NCDK’ê bi beşdarbûna hezar kesî pêk hat. Di çalakiyê de peyama MLPD, Die Linke û Ciwanên Sosyalîst hate xwendin.

Pêkhateyên Yekîtya Hêz a Demokratîk jî beşdarî çalakiyê bûn û parlamenterê berê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî di çalakiyê de axivî.

Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.

AMSTERDAM

Kurdistanî û dostên wan ên li Hollandayê dijîn li baregeha Shîppol çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxist û dagirkeriya dewleta Tirk protesto kirin.

Çalakî saetekê dom kir û bi dirûşmeyan bidawî bû.

MÎLANO

Li bajarê Mîlono yê Îtalyayê jî li pêşiya konsolosxaneya Tirk çalakî hate kirin. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezar kirin.

Çalakgeran li ser rêya li pêşiya konsolosxaneyê nivîsa “Kujer Erdogan” nivîsandin û çalakiya xwe bidawî kirin.

VÄSTERÅS

Li bajarê Vasteras yê Swêdê jî Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanî li qada navenda bajêr li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Nêzî 2 hezar kes beşdarî çalakiyê bûn û dirûşmeyên “Bijî YPG/YPJ”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Dewleta Tirk ji Rojava bicehime” û “Kujer faşîst Erdogan” berz kirin.

Li aliyê din li NCDK Vasteras Kurdistanî li hec civiyan û Platforma Piştevaniya bi Rojava ya Vasteras ava kirin. li aliyê din li dijî dagirkeriyê bê dem biryara çalakiyan hate dayîn.

Komîteya hatî avakirin ew ê bernameya çalakiyan bi raya giştî re piştre parve bike.

DRESDEN

DORTMUND

BONN

CHEMNITZ

TRIER

ARNHEM

LONDRA

NANTES