Li Ewropayê li dijî krîmînalîzekirina alîkarên koçberan helwest

Ji 100'î zêdetir rêxistinên civaka sivîl daxuyaniyeke hevpar da, zexta li ser kesên ku alîkariyê bi koçberên Ewropayê re dikin, bi zimanekî tund hate rexne kirin.

Ji welatên Ewropayê ji 100'î zêdetir rêxistinên civaka sivîl bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser lêpirsînên cezayê yên li 11 welatên Ewropayê, yên li ser kesên ku alîkariyê bi koçberan re dikin. Di daxuyaniyê de hate gotin li van welatan, ku Italya û Belçîka jî di nav de ne, ev şopandin, par bi kêmanî 104 kes kirine hedefa xwe.

Di daxuyaniyê de ku xwe dispêrê rapora platforma bi navê ReSOM ( ku ev platform ji lêkolîner, saziyên civaka sivîl û otorîteyên xwecih pêk tê)  hate gotin hê jî li 11 welatan di 49 dosyayên cuda de, lêpirsîn li ser 158 kesî tê kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin kesên ku dibine alîkar ku koçberan bigihînin welatên ku ew dixwazin biçinê bi sûcê ''avakirina rêxistina sûc a organîze'' têne sûcdarkirin,  darizandinên ji ber alîkariya mirovî, ku dewlet nake, bi zimanekî tund hate rexnekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin di piraniya dosyayan de, ya li ser wan kesên alîkarxwaz hatine vekirin, têra xwe delîl nînin û hate diyarkirin, lêpirsînên wiha armanc dikin ku hevkarî were qelskirin û li dijî koçberan hawîrdoreke dijminan çêbibe û her wiha hate destnîşankirin ku lêpirsînên wiha ziyanê didine rêgeza dewleta hiqûqê.

Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin, ev lêpirsînên ku kêm têne hazirkirin, derbarê koçberan rê li ber vedike ku têgihiştine xirab a mîna ''mirovên krîmînal in'' li ser koçberan çêbibe û ev jî li nav sînorên Ewropayê dibe sedema têgihiştina kaosê.

Saziyên civaka sivîl her wiha diyar kirin di dîrektîfa Yekîtiya Ewropayê de ya têkilî mijarê, ji ber gotinên şîlo û ne zelal derfetê nade ku bazirganiya mirovî û alîkariya mirovî ji hev were cihêkirin.