Li Ewropayê çalakiyên ji bo Ocalan didomin

Ji bo ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî were stendin û tecrîda li ser wî were rakirin li gelek welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

FRANSA- STRASBOÛRG

Ciwanên Kurd îro li balefirxaneya Strasboûrgê ya Fransayê çalakiyek li dar xistin. Ciwanan bi şîara ‘Destûrê nede tecrîdê’ çalakî li dar xistin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin.

Di çalakiyê de hate xwestin ku bila parêzerên Ocalan karibin biçin hevdîtinê û agahiyên zelal werin bidestxistin. Çalakî bi qasî saetekê domiya û bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

ELMANYA-KOLN

Kurd û dostên wan ên li Koln û derdora wê jî bi heman armancê çalakiyek li dar xistin. Çalakî saet di 13.00’an de li Bahnhofvorplatzê dest pê kir. Polîsan nehiştin ku posterên Ocalan were hildan lê girseyê jî çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakî du saetan domîya.

SWÊD-STOCKHOLM

Li Stockholmê jî saet di 17.00’an de Kurdistanî û dostên wan li Qada Sergelstorgê hatin ba hev û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan çalakî li dar xistin.