Li Ewropayê ciwan ji bo azadiya Ocalan li qadan in -NÛ BÛ
Ciwanên Kurd li bajarên Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe berdane qadan.
Ciwanên Kurd li bajarên Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe berdane qadan.
Ciwanên TCŞ'ê û TEKO-JIN ku li bajarê Dusseldorfê ya Elmanyayê komî ser hev bûn, li rex Çemê Rheînê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiye bêîtîatiya sivîl kirin.
Çalakî li kolana herî şên a bajêr hate kirin, wêneyên Ocalan û ala hatin hildan.
Di çalakiyê de gelek caran bi dirûşmeyan hate gotin ,''Bijî Serok Apo'', ''Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne'', ''Es Lebe Ocalan''.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê jî ciwan bi dirûşma, ''Ciwan Fedayiyên Rêber Apo ne'' çalakiyek kirin.
Mîtîng li Alexanderplatzê dest pê kir. Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd hildan û pankarta bi nivîsa ''Free Ocalan'' hildan. Di çalakiyê de gelek caran bi Elmanî û Kurdî hate gotin ,''Bijî Serok Apo''.
Çalakî bi qasî saetekê dom kir û bi dirûşmeyan bi dawî bû.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlyayê ya Fransayê jî ciwanên TCŞ'ê û TEKO-JIN'ê û ciwanên enternasyonalîst ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah bi dirûşma, ''Ciwan Fedayiyên Rêber Apo ne'' çalakî kirin û xwestin ku tecrîda li ser Ocalan rabe.
Çalakiya li navenda Vîe Portê saet 19:00'an bi meşekê dest pê kir. Di çalakiyê de posterên Ocalan û alayên PKK'ê hatin hildan û gelek caran bi dirûşmeyan hate gotin,''Bê Serok Jiyan Nabe'', ''Kujer Erdogan''. Çalakgeran her wiha siyaseta gemarî ya Fransayê ya li ser Kurdan şermezar kirin.
EVRY
Ciwanên aktîvîst ên TCŞ'ê li herêma Evry ya Fransayê jî bi eynî dirûşmeyê û eynî mebestê çalakî kirin.
Ciwanên TCş'ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin, diyar kirin heta ku Ocalan ji hêla fizîkî ve azad bibe ew ê li qadan bin.
HAMBÛRG
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê li hev civiyan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana Şengalê çalakiyek lidar xistin.
Ciwanan diyar kirin ku çalakiyên wan wê heta azadiya Ocalan dewam bikin û ji bo Şengalê jî destnîşan kirin ku ew peymana hikumeta Iraqê ya ku mîna fermaneke nû ye ji bo xelkê Şengalê qebûl nakin. Ciwanan gotin, "Berxwedana Şengalê berxwedana me ye."
Di çalakiyê de ku nêzî saetekê dewam kir dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Şengalê" hatin qîrîn.