Li Evûstralyayê ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin
Kurdistaniyên li bajarên Melboûrneyê xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe û binpêkirinên mafên mirovan ên li Efrîna dagirkirî şermezar kirin.
Kurdistaniyên li bajarên Melboûrneyê xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe û binpêkirinên mafên mirovan ên li Efrîna dagirkirî şermezar kirin.
Kurdistaniyên li bajarên Melboûrneyê di çarçoveya kampanyaya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ binpêkirinên mafên mirovan ên li Efrîna dagirkî şermezar kirin.
Çalakî li pêşiya Pirtûkxaneya Vîctorîayê hate lidarxistin. Endamê KNK’ê yê Melboûrneyê Heval Herkî êrîşa dagirker a dewleta Tirk a li ser Garê şermezar kir. Herkî diyar kir ku bersiva herî xurt a ji bo dewleta Tirk geşkirina Tevgera Azadiyê ya Kurdan e. Herkî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî şermezar kir.
Endama Komeleya Jinên Kurd Oznûr Akbaş diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê sûcekî şer dike û bal kişand ser vî tiştî ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê mirovan direvîne û tecawizî jinan dike.