Li Evryê name şandin ji NY’ê re

Li banliyoya Evry a Parîsê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name şandin ji NY’ê re.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî, kampanyaya Kurdistaniyan a şandina nameyan a ji bo bicih anîna erka xwe didome.

Li banliyoya Evry ya Parîsa paytexta Fransayê, Kurdistanî ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Ocalan name şandin ji Neteweyên Yekbûyî re.

Di daxuyaniya dema şandina nameyan hatî dayîn de, peyama “Hetanî pêngava azadiya ji bo Rêber Apo hatî destpêkirin bi encam dibe û heta li raya giştî ya navneteweyî cihê xwe dibîne, em ê li qadan bin” dan.