Li Ermenistanê komplo hate şermezar kirin

Bi wesîleya 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê li Êrîvanê ya ku paytexta Ermenistanê ye, komploya navneteweyî hate şermezarkirin û pêngava ‘Dawî li faşîzm, tecrîd û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye’ hate silavkirin.

Bi wesîleya 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê li Êrîvanê ya ku paytexta Ermenistanê ye, komploya navneteweyî hate şermezarkirin.

Hevserokên Komîteya Kurdistanê Silo Dirbotan û Ila Tovmasyan, Hevserokê Şêwra Gelê Kurd û parlementer Kînyas Hasanov jî di nav de Endamên Meclîsa Komîteya Kurdistanê axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku “Em Kurdên Ermenistanê vê komploya navneteweyî li ser Rêbertiya xwe şermezar dikin. Bi saya helwesta Rêbertî, şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’, gerîla û gelê me ev komplo negihişt armanca xwe.”

Di axaftinan de hate diyarkirin ku bi pêngava ‘Dawî li faşîzm, tecrîd û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye’ re êdî pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin.