Li Elmanyayê tecrîda Îmraliyê hate protestokirin

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ciwanan tecrîda Îmraliyê protesto kirin û berxwedana li dijî tecrîdê silav kirin.

Şevê din ciwanên Kurd û enternasyonalîstan li bajarê Elmanya Darmstadtê ji bo protestokirina tecrîda Îmraliyê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. Ciwan li navenda bajêr bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Nêzî 20 ciwanên ku ji bajarên Darmstadt, Frankfûrt û Maînzê li hev civiyan tecrîda li ser Ocalan protesto kirin.

Ciwan xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê derketin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Di çalakiyê de bang li çapemeniya Elmanyayê û raya giştî hate kirin ku li dijî berxwedana mezin a li dijî tecrîdê bihistyar bin.