Li Elmanyayê li şeş dadgehan alarma bombeyan

Li şeş bajarên Elmanyayê bi îxbara bombeyê dadgeh hatin valakirin.

Li gorî medyaya Elman dadgehên Potsdam, Wîesbaden Magdeboûrg, Erfûrt, Kîel û Sarrebrûckê, ji ber îhtîmala bombeyan û îxbarê hatin valakirin.

Li rojavayê welêt Wîesbadenê jî polîsan ji pakêtekê guman birin.

Li Sarrebrûckê ji ber nameyeke ku tê de gef li dadgehê tê xwarin dadgeh hate valakirin. Piştî nameyê derdor hatin sehkirin lê ti encamek nehate standin. Dadgeh dîsa hate vekirin.

Li Potsdamê ya Berlînê jî polîs ketin nav avahiya dadgehê û dest bi lêgerînê kirin.