Li Elmanyayê heke zad kêm bibe wê artêş xwe bide ber

Li Elmanyayê ji ber ku vîrûsa koronayê heke zad kêm bibe artêş wê xwe bide ber û wê sewqiyata zad bike.

Di nav wan welatan de ku vîrûsa koronayê lê berbelav e di rêza 6'an de Elmanya heye. Li gorî agahiyên dawî li Elmanyayê virûs bi 4485 kesan re heye û heta niha 9 kes mirine. Li gorî Wezareta Tenduristiyê 23 kesên ku vîrûs li wan peyda bûye di beşa lênerîna lezgîn de ne û rewşa wan krîtîk e.

Li Elmanyayê li gorî welatên din li gel ku rêjeya mirinê kêm e jî tevdîrên jidiyayî hatine danîn. Li gelek eyaletan biryar hate standin ku ji sibe û pê ve dibistan werin girtin, li paytext  Berlînê ji bilî resotrantan hemû cihên ji gel re vekirî ji Sêşemê û pê ve wê werin girtin.

Piştî ku li ser medyaya civakî hate gotin li Elmanyayê piştî Duşemê wê markêt werin girtin, duh li bajarên mezin gel berê xwe da markêtan, di serî de refên zad û paqijiyê vala bûn, li gorî heftiyên bihurî firotina berên zad 112 ji 100'î, konserweyên masî-fêkî 70 ji 100'î û berên din jî 14 ji 100'î zêdetir hatin firotin.

Wezîrê Veguhaztinê Andreas Scheuer got ne hewce ye mirov panîk bibe, got ew bi serhevîfiroşan re axiviye wan jî ragihandiye ku di depoyên wan de berên wan têra xwe hene lê tenê di veguhaztinê de belkî hinek problem çêbibin.

Kêmasiya ku wezîr behsê dide ew e ku bi ajokarên TIR'an re vîrûs peyda bibe wê nikaribin werin ser TIR'ên xwe û her wiha dibe ku welatên cîran ên mîna Polonyayê sînorên xwe bigirin. Wezîr Scheuer got 25 ji 100'î yên ajokarên TIR'ên ku zad tînin Polonî ne û got, ''Heke ev ajokar neyên ser karê xwe wê demê dibe ku problemeke mezin çêbibe.''

Wezîr bi berdewamî got di rewşeke wiha de jî ew ê ji artêşê alîkarî bixwazin û berên zad bi wesayitên artêşê veguhezînin.