Li Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin

Li bajarên Hambûrg, Kîel, Frankfûrt û Bayreûthê yê Elmanyayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hatin protestokirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal, Mexmûr û HDP’ê hate protestokirin.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbînê, AGÎF, ATÎK û Antî Faşîstê axaftin hate kirin û hate diyarkirin ku wê bi gelê Kurd re bin.

KÎEL

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk hate şermezarkirin. Di çalakiyê de pankartên bi Kurdî û Elmanî hatin hilgirtin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Çalakî saet di 14.00’an de li pêşiya HBF’ê hate destpêkirin û li Haûptwacheyê jî mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de bang hate kirin ku bila tûrîzm û kelûpelên Tirkan were boykotkirin.

BAYREÛTH

Li bajarê Bayreûthê jî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Gelek xwendekarên Elman û Kurdistanî tevlî vê çalakiyê bûn. Çalakî ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk Sosyalîst a Zanîngeha Bayreûthê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku artêşa Tirk bi fermana Erdoganê faşîst herêmên Kurdan bomberdûman dike û Elmanya jî piştgiriyê dide Tirkiyeyê.