Li Elmanyayê di encama êrîşekê de gelek xwendekar birîndar bûn

Li Wuppertalê ya herêma Ruhr a Elmanyayê xwendekarekî êrîşî hevalên xwe yên polê kir û gelek xwendekar birîndar bûn. Êrîşkar hate girtin.

Li gorî daxuyaniya polîsên Elman, sibeha Pêncşemê di êrîşa li baxçeyê dibistanê ya li bajarê Wuppertalê yê li rojavayê welêt de gelek xwendekar birîndar bûne.

Gelek dezgehên çapemeniyê ragihandin ku ciwanekî bi kêrê êrîşî hevalên xwe yên polê kiriye û 4 xwendekar birîndar bûne.

Polîsê eyaleta Ren Westfalya ya Bakur li ser X'yê daxuyaniyek da û got, "Sewqiyeta polîsan ji bo dibistana li herêma Elberfeldê dewam dike. Li cihê bûyerê hejmareke mezin a personelên me hene. Hin xwendekar birîndar bûn.”

Li gorî medyaya Elman êrîşkar hatiye girtin. Hêzeke mezin a polîsan tevlî operasyonê bûn her wiha li cihekî nêzî dibistanê ji bo malbatên xwendekaran nuqteya pêşwazîkirinê hat diyarkirin.

Derbarê êrîşkar de hê agahiyên berfireh nehatin dayîn. Li gorî nûçeya WRD'ê êrîşkar kêr û meqes bi kar aniye. Tê diyarkirin ku êrîşkar jî birîndar bûye. WRD’ê her wiha behsa nameyekê kir ku midûrê dibistanê ji dayik û bavê xwendekaran re şandiye û tê de hatiye gotin ku nexweşiyên derûnî yên êrîşkar hene.