Li Elmanyayê ciwanên Kurd ji bo grevên birçîbûnê çalakî lidarxistin

Li bajarên Elmanya Frankfûrt û Maînzê xwendekarên JXK û YXK’ê ji bo piştgirîdayîna çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdawî-bêdorveger çalakî lidarxistin.

Xwendekarên JXK û YXK’ê bi armanca piştgirîdayîna grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, li bajarên Frankfûrt û Maînzê yên Elmanyayê çalakî lidarxistin.

Li Frankfûrtê xwendekarên jin ên ciwan belavok belav kirin. Ciwanan belavokên bi zimanê Elmanî û agahiyên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê ji xwendekaran re şandin.

Jinên ciwan diyar kirin ku ji bo Leyla Guven û çalakgerên greva Strasboûrgê çalakiyê li dar dixin.

Li bajarê Maînzê jî ciwanên YXK’ê serdana televîzyona SWR kirin. Ciwanan dosyeya ku agahiyên têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê pêşkêşî xebatkarên televîzyonê kirin. Xebatkarên televîzyonê jî ji bo xwendekeran re ragihand ku ew wê dosyeyê bişînin ji qenalên çapemeniya xwecihî û bernameya Tagesschaû ya televîzyonê re.