Li Dusseldorfê Kurdistaniyan êrîşên dagirker şermezar kirin

Li navenda Dusseldorfê ya Elmanyayê Kurdistanyan êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûr û komkujî şermezar kirin.

Li paytexta Eyaleta NRW'yê Dusseldorfê Kurdistaniyan li ber avaniya Eyaletê ya Konfederasyona Sendîkayên Elman (DGB) çalakî kirin.

Beriya meşê axaftin hatin kirin û dagirkerî û komkujiyên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û hemû Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Di axaftinan de hate gotin artêşa Tirk li Başurê Kurdistanê 5 Kurd şehîd kirine û Tirk pişta xwe didine hêzên navnetewî û vê wêrekiyê dikin.

Her wiha hate gotin,''Ji berxwedanê pê ve ti rêya me nîne.''

Tevgera Ciwanên Kurd, AGÎF, Frauen Kollektîv, Komunistische Frauen, Defend Rojava, Antîfa Înternatîonl, Tevgera Asurî-Suryanî, Înternatîonae Jugend û Yekîtiya Baweriyên Mezopotamyayê bi sembolên xwe tevlî çalakiyê bûn.

Derdora 2 hezar kesî tevlî çalakiyê bûn, çalakî hê jî berdewam dike û li ber avahiya WDR'ê ya li Dusseldorfê wê biqede.